Mesrûr Barzanî: Hikûmet gelek bi cidî kar ji bo jinavbirin û rûbirûbûna madeyên hişbir dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zêdebûna bazirganî û bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê û navçeyê, weke metirsiyekê li ser civakê dizane.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vekirina Konferansa Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Li gor amarên berdest, bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê zêde dibe, ev jî ser civaka me metirsiyek e.”

Da zanîn jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi cidî û berfereh kar ji bo jinavbirin û rûbirûbûna vê metirsiyê dike û hemû hewlên xwe ji bo rêgirtin li belavbûna wê dike. Di sala 2020ê yasaya rûbirûbûna madeyên hişbir derxist.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pirsgirêka madeyên hişbir û rûbirûbûna wê pirsgirêkek cîhanî ye û gelek civak pê ve girêdayî ne; Mixabin Iraq û Herêma Kurdistanê jî ne li derveyî van metirsiyan in.”

Tekez kir jî: “Helbet madeyên hişbir ne tenê zirarê digihîne tendirustiya bikarhêner, belkû zirarên civakî, aborî, ewlekarî û darayî jî çêdike û sedema sereke ya lawazkirina sermaya mirovî ye.”

Diyar kir jî: “Herêma Kurdistanê bi awayên curbicur dijayetiya wê tê kirin û hewlên lawazkirina wê tên dayîn. Yek ji wan awayên herî metirsîdar jî madeyên hişber e, ku civak û ciwanên me tên armanckirin. Ji ber vê yekê divê em bi tundtirîn awa rûbirûyê vê metirsiyê bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Mafia û qaçaxçiyên tawanbar, Herêma me kirine beşek ji planên xwe yên xirab û hewl didin ji cihê erdnîgariya Herêma Kurdistanê sûdê werbigirin, ji bo derbaskirina madeyên hişbir bo deverên din. Ji bo vê yekê, em tedbîr û rêbazên cuda digirin, ji bo rêgirtina li vê bazirganiyê.

Herwiha got: “Divê dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû hêz, hewl û şiyanên xwe rûbirûyê wan bazirganên tawanbar bibin û rê nedin armanc û planên wan yên metirsîdar bi ser bikevin.”

STekez kir jî, “Ji ber hebûna valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û li navçeyên sînorî yên ligel welatên cîran, hin grûpên çekdar li wan navçeyan dibin sedema nearamiyê û nahêlin hêzên asayişa Herêma Kurdistanê rûbirûyê bazirganên madeyên hişber bibin. Mixabin hinek ji van komên çekdar bi xwe jî beşek ji bazirganiya madeyên hişbir ne.

Serokwezîr Mesrûr got jî: Her çend e aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo girtina bazirganên madeyên hişbir hewlên xwe zêde kirine, lê pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû çînên civaka Kurdistanê û bi alîkariya welatên cîran û civaka navdewletî, kar bike ji bo hişkkirina jêderên vê nexweşiyê bike.

Diyar kir jî: “Me di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, komîteyek bilind bo rûbirûbûna madeyên hişbIr pêk aniye, ku hejmarek wezaret û dezgehên pêwendîdar tê de hene, herwiha sindoqek jî ji bo pêşxistin, rahênan û dermankirina bikarhênerên vê madeyê hatiye danîn.

Herwiha da zanîn, “Di plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo mafên mirovan de jî, beşeke taybet ji pêşniyarên navdewletî yên derbarê rûbirûbûna madeyên hişber û derûnî de hatiye vekirin.”

HerwihaSerokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Lidarxistina vê Konferansê, beşeke ji pêngavên cîbicîkirina pêşnîyarên vê plane ye, ji bo pejirandina nexşerêyekê û rûbirûbûna rikberiyên ku rastî Herêmê dibin, bi riya danîna mekanîzmayên guncaw ji bo cîbicîkirina yasayên cîbicîkar.”

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dermankirin û vegerandina bikarhênerên madeyên hişbir bo nava civakê de kar kiriye, ji bo vê mebestê jî xebatên ji bo avakirina navendên taybet bi vê babetê berdewam in. Herwiha em bang li sektora taybet jî dikin ku alîkariya hikûmetê di vê bizavê de bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, divê di sizakirina tawanbar û bazirganên madeyên hişber de xemsarî nebe û bi awayekî xurt rûbirûyê wan bibin.

Diyar kir jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi hevkarî û piştevaniya navdewletî heye, bi taybetî şîret û alîkariyên lojîstîkî yên ajans û rêxistinên Netewên Yekgirtî. Ez pêşniyar dikim ku stratejiyeke hevbeş a berfireh ji bo hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de hebe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Em hêvîdar in ku ev konferans bibe handerek ji bo têkoşîna zêdetir li dijî madeyên hişber û bandorên wê yên derûnî di her astê de, da ku civaka me ji vê diyardeya metirsîdar bê parastin.”