Jake Sullivan: Em ditirsin Îran tevlî şerê navbera Israîlê û Hemasê bibe

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî li Koçka Spî ya Amerîkayê, Jake Sullivan
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî li Koçka Spî ya Amerîkayê, Jake Sullivan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî li Koçka Spî amajeyê bi wê yekê dike ku Amerîka ditirse hevrikiyên navbera Israîlê û Bizava Hemasê ya Filistînê mezintir bibin. Her wesa dibêje,welatê wî ditirse ku Îran desttêwerdanê bike.

Îro roja Yekşemê, 15ê Cotmeha 2023ê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî li Koçka Spî ya Amerîkayê, Jake Sullivan, tekez kir, welatê wî ditirse ku hevrikiyên navbera Israîlê û Bizava Hemasê ya Filistînê mezintir bibin û aliyên din desttêwerdanê bikin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî li Koçka Spî ya Amerîkayê ragehand, ew dûr nabînin ku Îran desttêwerdanê bike, biryarekê werbigire û bi rengekî ji rengan rasterast desttêwerdanê bike.

Jake Sullivan tekez kir ku Koçka Spî vê yekê qet dûr nabîne û ew her ji niha ve xwe ji bo wê yekê amade dikin.