Desthilatên Tirkiyê 850 penaberên Sûrî dersînor dikin

Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 850 penaberên Sûriyê dersînor kirin.

Li gor malpera “North Press”, desthilata Tirkiyê zêdetirî 850 penaberên Sûrî di deriyê Girê Sipî, Bab El-Hewa û Bab El-Selamê re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Demek e hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Li gorî zanyariyan, desthilatên Tirkiyê tenê di meha Îlonê de zêdetir ji 16 hezar penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.