Kerkûk: Hêzeke Iraqî serbazgeha Enfalê ya li gundê Topzawayê dagîr dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzeke Iraqî îro 16.10.2023an serbazgeha leşkerî ya Topzawa ya Kerkûkê ku sembola tawanên Enfal û jenosîdê ye, dagîr kir.

Di serdema Enfalê de, rejîma Beisê xelkê deverê dibirin vê baregeha leşkerî û piştre jî ew ji bo çol û beyabanên Semawa û deverên din ên başûrê Iraqê dişandin.

Pêştir şêniyê gundê Topzawa daxwaz kiribûn ew baregeha leşkerî neyê dagîrkirin, ji ber ku ew wek sembola Enfalê û hovîtiya rêjîma berê ya Beis li gundê xwe dibînin û daxwaz kiribûn ku bibe mûzexane.

Çalakvan Hêmin Hasîb ji K24ê re got: “Ew dîmenên ku em îro li serbazgeha Enfalê dibînin, heman dîmen in ku rêjîma Beis di sala 1988an de li vir kiribûn. Niha artêşa Iraqê hatiye wê cihê ku bûye sembola zulm û zordariya rêjîma berê ya Iraqê li hember welatiyan, dagîr dike.”

Herwiha got: “Ev kiryarên artêşa Iraqê li Topzawayê, berdewamiya siyaseta 16’ê Cotmehê û leşkerîkirina parêzgeha Kerkûkê ye.”

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê jî got, piştî hatina hêzên Iraqî bo serbazgeha leşkerî, xelkê gundê Topzawa wek nerazîbûn li ser vê yekê, dest bi xwepêşandanê kirin û rêya sereke ya gund girtin.

Enfal, yek ji tawanên herî mezin ên li dijî mirovahiyê ye ku ji aliyê rêjîma Beis a rûxandî ve li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Di jenosîda Enfalê de rêjîma Beis zêdetir 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin û 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê wêran kirin.