Hewramanî: Hikûmet ji bo parastina mafên welatiyên Kurdistanê li çareseriyeke rîşeyî digere

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, niyaza cidî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan dide.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de ragihad, “Serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civîna wan bi Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê re bijarte ye û niyaza cidî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser hemû mijarên darayî nîşan dide.”

Got jî: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspardaye, yek pirsê jî bêbersiv nehêlin û gelekî şefaf û hevkar bin.”

Hewramanî got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên welatiyên Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de, li çareseriyeke rîşeyî digere.”

Biryar e sibe şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û roja Çarşemê 18ê Cotmehê jî bi Komîteya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê re bicive.

Li gorî zanyariyên K24ê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xisro û hejmarek şêwirmend pêk tê.