Sibe Vladimir Putin diçe Çînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand: Pêşengiya korbenda “Şûtik û Rê”yê ya Çînê ji bo bihêzkirina arîkariyan li Orasyayê pêdivî ye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, piştî kombûna xwe ya bi Wezîrê Derve yê Çînê, Wang Yi, re li Pekînê got: Em vê pirojeyê wekî pareke giring a bihêzkirina arîkariyan li ser bingeha wekhevî û berjewendiyên hevpar li sernaserî kêşwerê Orasyayê dibînin”.

Wî amaje da wê yekê jî ku Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin, û Serokê Çînê, Xi Jinping, di dema serdana Putin ji bo Pekînê de dê danûstandinê li ser peywendiyên dualî bikin.

Herwesa wî got: Em gelek dilxweş in ku careke din em dê li Pekînê bin. Me derfet heye ku Serok Putin dê ji bo lihevguhertina dîtin û nerînan li ser karûbarên dualî biçe Çînê”.

Biryar e Pekîna paytexta Çînê li rojên 17 û 18 yên Cotmehê mêvandariya nûnerên 130 welatan bike ku dê tevlî korbenda “Rêya Avrîşmî ya Nû” bibin.

Navê wê korbendê bi rengekê fermî “Şûtik û Rê” ye. Armanca wê pilanê jî baştirkirina peywendiyên bazirganî yên navbera Asya, Ewropa û Afrîkayê û deverên din e, bi çêkirina benderan û hêlên asinî û balafirxaneyan û deverên pîşesazî. Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin, her di wê çarçoveyê de bi rengekî fermî ji bo wê korbendê hatiye vexwandin.