Hindek kompaniyên firînê heta niha jî geştên xwe ji bo Israîlê ranewestandine

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber şerê navbera Hemasê û Israîlê ku ev 10 roj in berdewam e, piraniya kompaniyên firînê geştên xwe ji bo Israîlê helweşandine, lê hêşta hindek welatan geştên xwe ji bo wî welatî ranewestandine.

Li gor malpera Globesê, ew welatên ku geştên xwe ranwestandine ev in; hêla asmanî ya Sirbiyayê û hêla asmanî ya Etyopyayê ku geştên sinordayî dikin. Ji aliyekî din ve hêla asmanî ya Itîhadê rojane geşteke asmanî di navbera Televîvê û Abu Dhabiyê de dike. Herwesa Flydubai rojane du geştên asmanî di navbera Israîlê û Îmaratê de dike.

Wê malperê amaje daye wê yekê jî ku kompaniya Blue Birdê hêşta geştên asmanî di navbera Televîvê û bajarên Yewnanê de hene, wekî bajarê Herakliyonê û Atînayê û Larnakaya Qubrisê.

Kompaniya yekê ya hêlên asmanî ku daxwaza rawestandina geştên xwe yên asmanî ji bo Israîlê kir, hêla asmanî ya Amerîkayê (Airlines) bû.

Li roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê. Bi gotina berpirsên Israîlê, zêdetirî hezar û 400 kesan hatine kuştin.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê jî îro roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, ragehand ku ji ber êrîşên giran ên Israîlê, du hezar û 750 Filistînî hatine kuştin û neh hezar 700 kes jî birîndar bûne.