Kesekî nêzî malbata Sedam Husên li Bexdayê hat kuştin

Elî Mehmûd Ebûd Sebawî
Elî Mehmûd Ebûd Sebawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesekî nêzî malbata serokê berê yê Îraqê, Sedam Husên, li Bexdaya paytexta Îraqê hat kuştin.

Çavkaniyekê ji dezgehên ewlehiyê yên Îraqê ji peyamnêrê K24ê re ragehand, Elî Mehmûd Ebûd Sebawî hat kuştin. Tê zanîn ku Elî li serdema rijêma Beis a Îraqê yek ji serkirdeyên Parta Beis bû û kesekî nêzî malbata Sedam Husên bûye.

Wê çavkaniyê amaje da wê yekê jî ku navbirî piştî  nemana rijêma Beis bûye berpirsê “poste û gehandina nihênî”, ku nameyên serkirdetiya Parta Beis ji Qeterê gehandine şaneyên wê Partê li parêzgehên naverast û rojavayên Îraqê.

Parta Beis li 7ê Nîsana 1947ê ji aliyê Mîşêl Efleq ve hatibû damezrandin û du balên serekî li Îraqê û Sûriyeyê hebûn. Li Îraqê, li 8ê Şibata 1968ê, ew part bi rêya derbeya leşkerî ji bo cara yekê hatibû ser hukmî.