Mesrûr Barzanî bi hejmareke weberhênerên Herêma Kurdistanê re kom dibe

Kombûna Mesrûr Barzanî bi hejmareke weberhênerên Herêma Kurdistanê re
Kombûna Mesrûr Barzanî bi hejmareke weberhênerên Herêma Kurdistanê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Sêşemê, 17ê Cotmeha 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hejmareke weberhênerên Herêma Kurdistanê re kom bû.

Li gor ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî amaje daye wê yekê ku her ji destpêka karkirinê ve, kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêde daye pêşxistina piroseya weberhênanê, ji bo pêşkêşkirina hemî hêsankariyên pêdivî ji bo weberhênerên navxwe û yên biyanî û nehêlana arêşe û astengan di rêya weberhênanê de.

Tekez jî li ser wê yekê kiriye, heta niha gavên baş ji bo pêşxistina werberhênanê avêtine, lê armanc ew e ku gavên baştir biavêjin.

Serokê Hikûmetê bal kişand ser çaksaziyên Hikûmeta Herêmê di warê aktîvkirina sîstema bankê û dîjîtalkirina xizmetkariyên giştî de, û taybet xizmetkariyên darayî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya weberhêneran û kertê taybet ê Herêma Kurdistanê kir ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkar û arîkar û hemaheng bûn, ji bo pirojeyên hevpar bi niyeta pêşxistina aborî û danana jêrxaneyeke bihêz û peydakirina zêdetir derfetên karî.

Li dawiya wê kombûnê, pirsyar û têbînî û pêşniyarên amadebûyiyan bi merema zêdetir pêşxistina piroseya weberhênanê li Herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin û Serokê Hikûmetê bersiva wan da.