Cotkarên Amûdê: Ji ber bihabûna mazot û semadê çandiniya pîvazan kêm bûye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Werzê komkirina pîvazan li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye. Rewşa navçeyê ya ne aram, kembûna sotemeniyê û kêmbûna heqdestê karkeran, bandor li çandiniya pîvazan kiriye û bûye sedem ku ev berhem salane kêm bibe.

Werzê komkirina pîvazan li bajarê Amûdê dest pê kiriye, lê cotkar û xwediyên zeviyan ji rewşa çandinyê ya li navçeyê ne razî ne û dibêjin, kêmbûna karkeran û girtina rêyan li pêş hinardekirina berhemên wan, ziyanê dighîne wan.

Cotkar Ismaîl Welî dibêje: “Zehmetiya çandina pîvazan gelek in, ji wan bihabûna nirxê mazot û semadê û kêmbûna peydakirina karkeran e. Rêveberî mazotê dereng dide me, ji ber wê jî em neçar dibin bi giranî li bazara azad bikirin.”

Tevî ku komkirina pîvazan ji hejmarek mezin ji xelkên navçeyê, jêdera jiyanê ye, lê di salên dawiyê de rewş hatiye guhertin, bi taybetî ku heqdestê karkeran li hember buhaya ku çêbûye, gelek kêm e.

Kareker Şêxmûs Mihemed dibêje: “Em 8 kes in. Em ji Hesekê hatin vê derê kar dikin, lê heqdestê me kêm e, hin caran pereyên em werdigrin têra heqê nanê me nake.”

Karker Hemîda Mihêmîd jî dibêje: “Ji sibeha zû ve em derdikevin û heya roava kar dikin, em 11 kes ji malbatê kar dikin, heq destê me gelek kêm e.”

Bajarê Amûdê bi çandiniya pîvazan navdar e, lê rewşa aborî û kêmbûn û bihabûna sotemeniyê, bandor li çandin û berhemanîna pîvazan kiriye.