Encûmena Asayişa Navdewletî piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezzeyê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Karvedanên li dijî êrîşa li ser Xezzeyê ku li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê zêdeyî 500 Filistînî bûne qurbanî dewam dikin.

Her yek Rûsya û Îmarata Erebî bang li Encûmena Asayişa Navdewletî kirin ku sibe Çarşemê bicive û êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê gotûbêj bike.

Di vê derbarê de jî, amaje bi wê hat kirin ku Encûmena Asayişa Navdewletî qebûl kiriye ku bicive.

Ev yek piştî wê tê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê îro ragihand, di êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-Muemedanî ya Xezzeyê de, herî kêm 500 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Di yekemîn helwestên navdewletî ya li ser bombebarana Îsraîlê li ser nexweşxaneya Xezzeyê de, Neteweyên Yekgirtî destnîşan kir ku nexweşxane ne armanc in.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê got: “Divê rêz li yasayên şer û yasayên mirovî ya navdewletî were girtin.”

Got jî: “Em hîn nizanin berpirsê bombebarana nexweşxaneya li Xezeyê kî ye, lê em hêvî dikin ku Îsraîl di şer de pabendî yasayên navdewletî be.”