Guterres: Êrîşên Hemasê ji bo sizadana bikom a xelkî nabin behane

Navenda Nûçeyan (K24) – Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ragehand, êrîşên Bizava Hemasê “nikarin bibin behane ji bo sizadana xelkî bi awayekî bikom”. Piştî bombebarankirina nexweşxaneya Memedaniyê li Kertê Xezzeyê, wî daxwaz kir ku yekser şerî rawestînin.

Ajansa France Pressê belav kiriye ku Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, António Guterres, di nav Korbenda Şûtik û Rêyê de li Pekînê got: “Ji bo kêmkirina wan metirsiyên mirovî yên ku em dibînin, ez daxwazê dikim yekser şer bê rawestin”.

Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî nerazîbûna xwe li ser kuştina bi sedan kesan di bombebarankirina wê nexweşxaneyê de diyar kir a ku şeva borî li Kertê Xezzeyê bûye armanca Israîlê.

Guterres daxwaz ji Bizava Hemasê kiriye ku yekser û bê merc wan kesên revandî azad bike, daxwaz ji Israîlê jî kir ku rêyê bide ku arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê biçin.

Rêvebera Bicîanînê ya UNICEFê, Catherine Russell, dibêje: “Piştî ku min nûçeya mirin û birîndarbûna zarokan li nexweşxaneya Memedaniyê li Kertê Xezzeyê dît, ez hest bi nerehetiyê dikim”.

Russell di ragehandinekê de got: “Ez hest bi şermezariyê dikim, ji ber wan nûçeyên behsa kuştin û birîndarkirina jin û zarokan dikin, piştî êrîşa Israîlê bo ser nexweşxaneya Memedaniyê li Kertê Xezzeyê, di demekê de ku hêşta li termên kuştiyan digerin. Dîmen wêranker in”.

Wê amaje da wê yuekê jî, tenê di dema 11 rojan de bi sedan zarok bi rengekî karesatbar hatine kuştin, herwesa bi hezaran birîndar bûne. Zêdetirî 300 zarokan jî aware bûne.

Russell haydarî da û tekez kir, “êrîşkirina ser welatiyên sivîl û jêrxaneyên medenî yên wekî nexweşxaneyan qebûlkirî nîne, divê ji niha ve raweste. UNICEF daxwaza xwe ya bilez ji bo yekser rawestandina şerî tekez dike, ji bo piştrastbûnê ku zarok ji ziraran bên parastin, hêsankariyên mirovî di dema xwe de bên kirin û ji bo ku arîkariyên mirovî bigehin zarokan”.

Şeva borî supayê Israîlê bi rêya balafira şerî nexweşxaneya Memadiyê bombebaran kir, 500 kes kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar kirin.