Kîlabî: Şanda Herêmê û Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê pirsa mûçeyan çareser kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Yûsif Kîlabî ragihand, şanda Herêma Kurdistanê û Komîteya Darayî karîn pirsgirêkên girêdayî mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê çareser bikin.

Kîlabî îro ji rojnamevanan re got: “Di civîna şanda Herêma Kurdistanê û Komîteya Darayî de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê serederiya bi karmendên parêzgehên Iraqê re tê kirin, heman ew serederî bi karmendên Herêma Kurdistanê re jî were kirin.”

Kilabî herwiha got, ji ber lawazbûna pêwendiyên di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîteya Darayî de, heta niha hin tişt hene ne zelal bûne, lê îro her tişt pir baş û erênî hatin şirovekirin û derbaskirin.

Herwiha got: “Di navbera Hewlêr û Bexdayê de, 2 mijarên gelek girîng hene ku divê bên çareserkirin. Ya yekem pirsgirêka petrolê ye. Ya din jî pirsa mûçeyan e, ku bi berfirehî pirsa mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.”

Kîlabî da zanîn jî, atmosfereke erênî di gotûbêjkirina danîna mûçeyên karmendan di bankan de hebû, tenê di xalekê de gengeşe hebû, ew jî destnîşankirina bankê bû ku mûçeyên karmendan dê li ser hejmara kîjan bankê were danîn.

Li gor peyamnêrê K24ê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê raportek di civînê de pêşkêş kiribû ku tê de bi hûrî daneyên mûçe, dahat û xerciyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin.

Duhî 17ê Cotmeha 2023an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û îro bi firaksiyonên Kurdistanî re kom bû, ta ku di kombûna bi Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê re, li ser pira budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, yekdeng bin.