Îsraîl baregeheke artêşa Sûriyeyê li Quneytereyê bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê pêgeheke artêşa Sûriyê li parêzgeha Quneytrayê ya li başûrê Sûriyê bombebaran kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê ragihand, piştî êrîşa Îsraîlî li ser artêşa Sûriyê li parezgeha Quneytereyê, dengê teqînan li teqînan li Girên Golanê jî hatin bihîstin.

Li gorî zanyariyên SOHRê, di encama êrîşa Îsraîlê ya li ser Quneytereyê de, ziyanên madî çêbûn. Lê hate niha aliyê Sûriyê ti daxuyanî derbarê vê êrîşê de nedaye.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Îsraîlê li ser platforma “X” ragihand, wan çeperên terorîstên Hizbullahê li başûrê Lubnanê li ser sînorê Golanê bombebaran kirine.

Roja şemiya borî, Îsraîlê di çend rojên borî de firokexaneya Şam û Helebê kiribû armanc û di encamê de 5 kes birîndar bûn û çend rojan ew firokxane ji xizmetê derketibûn.

Ji destpêka şerê li Sûriyeyê di 2011an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî li wî welatî pêk anîne, di serî de hêzên ku Îran piştgiriya wan dike, Hizbullaha Libnanî û herwiha xalên artêşê dike armanc.

Îsraîl jî kêm caran êrîşên ku li ser Sûriyê pêk tîne, radigihîne, lê çendîn caran gotiye ku ew rê nade Îran hebûna xwe li wî welatî xurt bike.