Konsulxaneya Amerîkayê ya li Edeneyê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Amerîkayê li Edeneyê karên xwe bi awayekî demkî radiwestîne û hişyariyê dide dîplomatkarên xwe.

Konsulxaneya Amerîkayê li Edeneyê di daxuyaniyekê de ragihand, hemû karên konsulxaneyê bi awayekî demkî hatine rawestandin û divê hemû welatiyên Amerîkayê yên li wî welatî ne jî serdanên xwe paşde bixin.

Herwiha Balyozxaneya Amerîkayê ji hemû dîplomatkaran re gotiye ku tevgera xwe ya li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê kêm bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “tê pêşbînîkirin, di hefteyên pêş de xwepêşandanên mezin ên têkildarî bûyerên li Îsraîl û Xezzeyê li seranserê Tirkiyeyê çêbibin. Her kombûnek, tevî ku bi mebesta aştiyane be jî, dibe ku mezin bibe û tundî tê de rû bidin.”

Ev biryar piştî wê tê, duhî êvarê meşeke nerazîbûnê li dijî rewşa li Xezzeyê hatibû kirin û xwenîşanderan êrîşî li ser avahiyê balyozxaneyê kiribûn.

Ev yek di demekê de ye, duhî Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Îsraîlê kir û piştgiriya xwe ya tam bo wî welatî dubare kir.

Li gorî medyaya Tirkiyê, ji ber xwepêşandanên li dijî Îsraîlê, tê pêşbînîkirin ku hejmara xwepêşandanan li ber nûnertiyên dîplomasî yên Îsraîl û Amerîkayê zêdetir bibin.