Balyozê Japonê: Me 30 dibistan li Herêma Kurdistanê ava kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Japonê li Bexdayê dibêje, hikûmeta wan 30 dibistan li parêzgehên cuda yên Herêma Kurdistanê ava kirine.

Balyozê Japonê li Bexdayê Futoshi Matsumoto îro 19ê Cotmehê di merasima vekirina dibistanekê li taxa Memzawa ya Hewlêrê de ragihand, perwerde kilîta paşerojê ye û derfetên kar ji nifşê nû re peyda dike.

Dibistan ji 18 polan pêk tê, ji bo xwendekarên Deşta Neynewa û deverên din ên Iraqê ye, ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne û niha li kampên cuda yên Herêma Kurdistanê dijîn û hikûmet alîkariyên mirovî û darayî pêşkêşî wan dike.

Balyozê Japonê derbarê kar û projeyên hikûmeta welatî wî li Herêma Kurdistanê de got, hikûmeta Japonê heta niha zêdetirî 30 dibistan li Herêma Kurdistanê ava kirine.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got: “Hêvîdar im rojekê ew penaber vegerin ser cihên xwe û jiyaneke serkeftî û aram bijîn.”

Dizeyî herwiha got: “Lê heta ku ew li Herêma Kurdistanê bin û mêvanên me bin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her cure alîkariyan pêşkêşî wan bike.”

Got jî: “Em spasiya hikûmeta Japonê dikin ku ji destpêka salên 90 ya sedsala borî ve, gelek projeyên cuda pêşkêşî gelê Kurd kirine û ez hêvîdar im ku ew li ser karê xwe berdewam bin.”

Herwiha got jî: “Em hêvîdar in ku projeyên hevpar ên bi saziyên navdewletî re ji bo zêdetir xizmetkirina sektora perwerdeyê û beşên cuda yên civakê berdewam bikin.”

Dizeyî tekez kir jî: “Perwerdeyeke tendirust, civakek pêşkeftî û tendirust çêdike. Em hêvîdar in ku em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem perwerdeyeke tendirust ji xwendekarên xwe re pêşkêş bikin û bikarin civakek serketî pêk bînin.”