Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ahenga derbazbûnê ya Borda Kurdistanî hat kirin

Amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî li nav ahenga serkeftiyên Borda Kurdistanî
Amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî li nav ahenga serkeftiyên Borda Kurdistanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derbazbûnê ya çend korsekên şarezahiyên pizişkî yên Borda Kurdistanî li bajarê Hewlêrê hat kirin.

Îro roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derbazbûnê ya serkeftiyên şarezahiyên pizişkî yên Borda Kurdistanî li Civata Bilind a Kurdistanê ya Şarezahiyên Pizişkî hat kirin.

Hejmareke pizişkan di merasîmekê de bawernameya borda pizişkiya kilînîkan wergirt, ku bilindtirîn bawernameya pizişkî ye li ser astê xwandina bilind. Herwesa di wê ahengê de, serkeftiyên korsên heftê û heştê û nehê bi hev re ahenga xwe ya derbazbûnê kir.

Civata Bilind a Kurdistanê ya Şarezahiyên Pizişkî dezgeha yekê ya pizişkî ya xwandina bilind e li Herêma Kurdistanê ku baweriya navdewletî wergirtiye. Serkeftiyên vê dezgehê dikarin li ser astê navdewletî tevlî ezmûnên pizişkî yên navdewletî û çalakiyên pizişkî bibin.