Mesrûr Barzanî: Em karê zêdetir ji bo rêkxistin û pêşxistina sîstema tendirustiya giştî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 19ê Cotmehê merasima derçûna xuleyeke nû ya pisporên Encûmena Bilind a Bijîşkî ya Kurdistanê (Borda Kurdistanê) li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasimê de gotarek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna di merasimê de, weke saziyeke perwerde û hîndekariyê nîşan da û destxweşî li hewlên Encûmenê yên di warê pêşxistina perwerde, pisporî û lêkolînê de û hewlên wê ji bo bidestxistina baweriya navendên bijîşkî yên navdewletî kir.

Serokwezîr spasiya lêkolînerên ku lêkolînên girîng di warê bijîşkî û tendirustiyê de encam dane kir û spasiya Encûmena bijîşkî ya Urdinê jî kir ku baweriya xwe bi bername û navendên Encûmena Bilind a Kurdistanê nîşan daye.

Got jî: Em kêfxweş in bi hevkarî û hevahengîya bi bandor a di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de, bi taybetî di warê tendirustî de.

Amaje bi wê jî kir: “Em hertim şanaziyê bi peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de, bi serperiştiya Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem dikin. Ev jî nîşan dide ku Urdinê di qonaxên cuda de piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand li ser giringiya bijîşkiyê wek pîşeyekî pîroz û xwest ku bijîşkên Herêma Kurdistanê li ser asta herî bilind ya exlaqî û mirovî di karê pizîşkî de berdewam bin. Diyar kir jî, armanca bilind a bijîşkiyê, rizgarkirina jiyana mirovan û parastina tenduristiya wan e.

Herwiha tekezî li ser giringiya berdewamiya proseya fêrbûnê di hemû qonaxên jiyanê de, bi taybetî di warê bijîşkî de kir, herwiha daxwaz ji bijîşkan kir ku bi berdewamî hewl bidin ji bo bidestxistina zanyariyên nû û lêkolînan, ji bo ku bikarin baştirîn xizmetguzariyan pêşkêşî nexweşan bikin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez hêvî dikim sûdeke zêdetir di warê têknolojiya zanistî Bio Teknology dê were girtin, ku hêsankariyeke mezin û hevkariya bijîjkan dike.”

Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir, sektora tendirustiyê li Herêma Kurdistanê jî weke sektorên din ji rexne û rexneyan ne dûr e, ji ber wê hikûmetê dest bi proseyeke çaksaziyê ya giştalî di warê tenduristiyê de kiriye, bi taybetî derxistina yasaya maf û erkên nexweşan ku di sala 2020ê de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hat pesendkirin.
Diyar kir jî, çaksazî proseyeke bê rawestan e û pêwîstî bi hevkariya her kesî heye, bi taybetî  bijîşk û pisporên tenduristiyê, bi armanca pêşxistina sîstema tendirustiyê û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyên tenduristiyê ji welatiyan re.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dubare kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerciyiyeke ji bo tendirustiya giştî û saziyên tendirustiyê û em kar ji bo baştirkirina kalîteya van xizmetguzariyan, birêxistinkirin û pêşxistina sîstema tendirustiya giştî û bilindkirina asta xizmetguzariyan dikin, bi awayekî ku zêdetir cihê baweriya welatiyan be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pere ji bo sektora tenduristiyê terxan dike û got: “Em kar ji bo baştirkirina kalîteya van xizmetguzariyan, dubare birêxistinkirin û pêşxistina sîstema tendirustiya giştî û bilindkirina asta xizmetguzariyan, ji bo bidestxistina baweriya zêdetir ji welatiyan re dikin.”