Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Qewlê me pêşxistina darayî ye

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragehand, heta niha 100 hezar mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pirojeya Hejmara Min de hatine tomarkirin. Herwesa wî nivîsiye, qewlê me pêşxistina darayî ye.

Îro Roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tora civakî ya Xê belav kiriye; qewlê me pêşxistina darayî ye. Destkeftê me, heta niha 100 hezar mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hejmara Min hatine tomarkirin.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa armanca wê pirojeyê jî kiriye û ragehandiye; yek milyon hejmarên bankî di heyama 18 mehan de di pirojeya Hejmara Min de ji bo mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bên vekirin.

Piştî serkeftina pêngava yekê ya ezmûnî ya pirojeya Hejmara Min li meha Adara borî, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina hejmarên bankî ji bo fermanberên dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pirojeya Hejmara Min de berdewam in.

Wekî pêngava berahiyê jî du bankên kertê taybet di vekirina hejmarên bankî ji bo fermanberên kertê giştî di pirojeya Hejmara Min de pişkdar bûne. Serperiştên wê pirojeyê jî, ku ji Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatine, amaje daye wê yekê, her bankeka fermî ku pîver û bingehên wê pirojeyê vedigirn dê bên pêşwazîkirin ku bibe pareka pirojeya Hejmara Min.

Roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dilxweşî ragehand, banka BBAC jî dibe yek ji wan bankan ên ku tevlî pirojeya Hejmara Min dibin.

Fermangeha Medya û Zanyaran amaje daye wê yekê jî, bankên ku tevlî pirojeya Hejmara Min bûne çar bank in ku ew jî bankên RT Bank, Cîhan, Aşûr Bank û BBAC ne.

 

Ragehandina pirojeya Hijmara Min

Di ragehandina wê pirojeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da wê yekê, Hijmara Min rêyeke parastî û şefaf û guncayî ji bo fermanberên hikûmetê û xanenişînan peyda dike, ku bikarin bi rêya torekê ji amûrê vekêaşa pereyî (ATM) meaşên xwe werbigirin, ku dê li zêdetirî hezar ciyan li sernaserê Herêma Kurdistanê bên danan.

Herwesa bi rêya Hijmara Min, fermanberên kertê giştî dikarin xizmetkariyên pêşkeftî yên bankan bi dest bixin, wekî qeran, şiyana paşkeftkirinê, veguhastina navxweyî û navdewletî, şiyana perevekêşana navdewletî û peredana serxet û dîjîtalî jî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragehand, Hijmara Min yek ji wan pêşengiyên domdirêj ên kabîneya nehê ye ku dîjîtalkirina xizmetkariyên giştî û zêdekirina jiyarxweşiya welatiyan û hêsankariyê ji bo bazirganiyê li Kurdistanê pêşkêş dike.

 

Mifayên pirojeya Hijmara Min

Ev piroje hijmareke mifayên cuda cuda pêşkêşî welatiyan û abûrê Herêma Kurdistanê dike, ku hêsankariya di karûbarên darayî de û silametiya hijmarên bankî wekî bingehên sereke yên wê pirojeyê hatine danan.

Ji mifayên Hijmara Min ji bo welatiyan, dana meaşên fermanberan bi rengekî birêkûpêk û di dema xwe de ye bê hebûna sirayê û dema zêde, herwesa şiyana bidestxistina pereyî li her ciyekî ye, bi bikaranîna banka mobaîl/internet û bê serdana liqan.

Di eynî demê de metirsiya birina meaşan û paşekeftî nahêle û bidestxistina berhemên darayî û çêkirina dahata zêde di danana pereyê nextîne yê neaktîv di paşekeftî de û kirîna tiştan an xizmetkariyan de, an peredan bi xerciyên kesî bi rêya qeran û bidestxistina peredana dîjîtal hêsan dike.

Yek ji mifayên abûrî yên pirojeya Hijmara Min ev e, bi pişkdarbûna welatiyan di kertê bankî de zêdebûna berhemê navxweyî dê pêngav pêngav pê ve bê û dê xerciyên bikarîneran jî ji ber zêdebûna qerên kitekesî zêdetir bike.

Peydakirina zêdetir derfetên karî di kertê bankî de, ji bo karûbar û pêdivîtiyên fermanber û welatiyan, kêmkirina piştbestinê bi karûbarên kaş û destpêkirina peredana dîjîtalî ji bo xizmetkariyên giştî dê peyda bike.

Wezîrê Darayî û Abûrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Awat Cenab Nûrî, ji aliyê xwe ve li roja 23ê Gulana 2023ê, di kombûna xwe ya bi tîma serperişt a pirojeya Hijmara Min de li nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragehand, bi temambûna vê pirojeyê, kertê bankî li Herêma Kurdistanê dê guhertin û pêşkeftinên mezin bibîne û fermanber û meaşwergir jî dê mifadarên sereke yên vê pirojeyê bin û dê gelek xizmetkarî û hêsankariyan ji bo wan peyda bike.

 

Bicîanîna Pirojeya Hijmara Min

Li roja 7ê Adara 2023ê, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, wekî pêngava yekê ya ceribandinê, li nexweşxaneya zarokbûnê û jinan a Hewlêrê, bicîanîna pirojeya Hijmara Min hat ragehandin, ku nêzî 850 meaşwergirên wê nexweşxaneyê bi rêya karta bankê meaşên xwe wergirtin.

Li gor daxuyaniya serperiştên pirojeya Hijmara Min, ev piroje dê du salan vebikêşe û tevaya fermanber û meaşwergirên Herêma Kuridstanê ku hijmara wan zêdetirî yek milyon û 200 hezar meaşwergiran e dê bibin xwediyên hijmarên bankî yên taybet.

Herwesa li roja 15ê Adara 2023ê, di danûstandineke taybet de li ser pirojeya Hijmara Min, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, em dê li ser pêngavên xwe berdewam bin ji bo ku xizmetakriya Hijmara Min bigehe hemî xelkê Kurdistanê.

Roja Sêşemê, 3ê Nîsana 2023ê, Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Ezîz Ehmed, di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24ê re amaje da wê yekê, pirojeyekî stratejî û domdirêj û giring ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, dê guhertineke mezin di jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê de çê bike û dê mifa ji bo welatiyan, bazirganan û hikûmetê jî hebe.

Ezîz Ehmed herwesa ron kir, li dû wê pilana ku hatibû danan, wan pêşbînî dikir li meha Xizîrana îsal dest bi wê piroseyê hatiba kirin, lê şiyan di meha Şibatê de anko çar mehan berî wî jivanî piroseya yekê ya ceribandina bicîanîna pirojeya Hijmara Min dest pê bikin.

Rêvebera Giştî ya RT Bankê, Hemîle Gerdî, li roja 4ê Adara 2023ê ji bo Kurdistan24ê ragehand, qonaxa duyê ya pirojeya Hijmara Min ku piştî vekirina hijmara bankî ji bo tevaya meaşwergirên hikûmî dest pê dike, vekirina hijmarên bankî ye ji bo wan welatiyên ku fermanber an jî meaşwergirên hikûmî nînin. Herwesa wî ron kir, her welatiyekê jiyê wî di ser 18 saliyê de be maf heye hijmareke bankê vebike. Herwesa wî ragehand, bernameya Hikûmeta Herêma Kuridstanê ji bo wê yekê ye ku êdî wê hijmara bankê bi merema peredanê ji bo hemî mereman bi kar bîne û taybet di bazarî û karûbarên rojane yên welatiyan de.