Îro li Îraqê xwenîşandanên berfireh ji bo piştevaniya gelê Filistînê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li Îraqê xwenîşandanên berfireh ji bo piştevaniya gelê Filistînê dê bên kirin.

Lijneya amadekariyên livîna cemawerî ji bo serkeftina Tofana Eqsayê ragehand, îro roja Înê dê xwenîşandanên berfireh li dijî êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê bên kirin.

Di ragehandina wê lijneyê de hatiye, ji bo piştevaniya Tofana Eqsayê û bergiriya Filistînê di rûbirûbûna Israîlê de, li Bexdayê û tevaya parêzgehên din ên Îraqê dê xwenîşandanan bên kirin.

Amaje daye wê yekê jî ku xwenîşandana Bexdayê dê seet 4ê êvarê li nêzî Pira Mueleq bê kirin û li parêzgehên din jî dê li navendên bajaran û di eynî demê de bên kirin.

Serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê. Heta niha zêdetirî hezar û 400 kesan ji serbaz û welatiyên sivîl ên Israîlê hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Wekî bersiv ji bo êrîşa Bizava Hemasê, supayê Israîlê jî operasiyona Şûrê Asinî ragehand. Di encamê de, heta niha zêdetirî 3500 kesan li Kertê Xezzeyê hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in. Hejmara birîndaran jî ji 10 hezar kesan derbaz bûye.