Erdhejek li başûrê Îranê çê bû

Erdhejek li başûrê Îranê çê bû
Erdhejek li başûrê Îranê çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê belav kiriye ku îro roja Înê, 20ê Cotmeha 2023ê, erdhejek li gor 4.9 pileyan bi pîverê rêxterê li başûrê Îranê çê bû û neh kes birîndar bûn.

Reutersê amaje daye wê yekê jî ku ew erdhej bi kûratiya 10 kîlometran li nêzî bajarê Şîrazê li başûrê Îranê çê bûye.

Li roja 19ê vê mehê jî, erdhejek li gor 5.8 pileyan li eynî cihî çê bûbû.

Herwesa li roja 15ê vê mehê jî, erdhejek li bajarê Ehwazê yê başûrê Îranê çê bûbû.

Li roja 26ê Berçileya 2003ê jî, erdhejek li bajarê Bamiyê yê başûrê Îranê li gor 6.6 pileyan çê bûbû û bûbû sedema mirina 31 hezar kesan.