Şerê PKK - Tirkiyeyê ziraran digehîne welatiyên Amêdiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şerê PKK -  Tirkiyeyê li sinorê Amêdiyê ziraran digehîne malên welatiyan. Welatî dibêjin ku ew berdewam dengê topan û teqeya şerî dibihîzin û aramiya wan hatiye têkdan.

Ji ber şerê navbera supayê Tirkiyeyê û çekdarên PKKyê li komelgeha Kanê li sinorê qezaya Amêdiyê, zirar gehiştine welatiyên wê komelgehê û gule bi nav malên wan keftine. Welatiyek bi navê Beşîr taybet ji K24ê re got ku ji ber wî şerî aramiya wan têk çûye û berdewam di tirsê de ne.

Navbirî got jî ku wan mêvan hebûne dema ew şer di navbera supayê Tirkiyeyê û Çekdarên PKKyê de çê bû, guleyek bi pencera mala wan keftiye lê çi zirarên canî jê çê nebûne.

Wî welatî tekez li ser wê yekê kir ku ji ber wî şerê berdewam li wê deverê di navbera Tirkiye û PKKyê de, ewlehî û aramiya wan têk çûye û ser û malên wan berdewam di metirsiyê de ne. Herwesa wî bi rêya K24ê daxwaza rawestandina wî şerî kir ji bo ku êdî rewş û jiyana wan bi wî rengî nebe.

Şerê PKK û Tirkiyeyê li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir zirarê digehîne welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber wî şerî, nêzî 800 gundan û hejmareka deverên geştiyarî li sinorê Herêma Kurdistanê hatine wêrankirin û berdan. Piraniya wan gundan dikevin sinorê parêzgeha Dihokê. Vê yekê jî zirareka zêde gehandiye kertên geştiyariyê û çandinê yên Herêma Kurdistanê.

Li gor dawî amajeyên naverasta meha Tebaxê ya îsal, 274 gund li sinorê parêzgeha Dihokê ji ber wî şerî hatine berdan ku 250 ji wan dikevin sinorê qezaya Amêdiyê û 24 jî dikevin sinorê Qezaya Akrê. Herwesa 47 gund li sinorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê jî ji ber wî şerî hatine berdan.