Rêveberiya Xweser: Ji ber êrîşên Tirkiyeyê zêdetir ji milyarek dolar ziyan gihîştiye binesaziya deverê

Westgeh
Westgeh

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser radigihîne, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê yên vê dawiyê, ji bilî ziyanên canî, biqasî milyar dolar ziyanên madî gihîştiye binesaziyê deverê.

Rêveberê Zeviyê Petrolê yê Rimêlan Ehmed Îbrahîm îro 22ê Cotmehê diyar kir, ji ber êrişên Tirkiyeyê ziyanên mezin gihaştine navendên xizmetguzariyê û ziyanên ku bûne mîlyar dolar derbas kiriye.

Ehmed Îbrahîm diyar kir, wan di demeke kurt de karibîn bi rêya alavên di depoyan de, hin saziyên ku ji xizmetê derketibûn çak bikin, hin saziyên din jî di qonaxa çakkirinê de ne dê bi mehan dirêj bike.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, saziyên xizmetkariyê, westgehên elektirîk û enerjiyê, navendên HSD û asayişê bombebaran kirin, di encamê de jî gelek ziyanên canî û madî derketin.

Rêveberiya Xweser roja 18ê vê mehê diyar kiribû, Artêşa Tirkiyeyê ji 5 heta 9′ê Cotmehê, 580 êrişên asmanî û bejahî ji Dêrikê heta bi herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê pêk anîn.

Di ancama êrişan de jî: 44 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn, di nava wan de, zarok, endamên asayişê û şervanên HSD′ê hebûn.