Sizayê zindanîkirinê ji bo Rexid Sedam Husên derkeft

Rexid Sedam Husên
Rexid Sedam Husên

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Tawanan a Kerxê di rûniştina xwe ya îro (Yekşem, 22ê Cotmeha 2023ê) de, sizayê heft salên zindanîkirinê (bê amadebûn) li ser Rexid Sedam Husên sepand.

Li gor biryara wê dadgehê ku îmzaya Serokê Dadgeha Tawanan a Kerxê, Dadwer Mihemed Selman Mihemed, û îmzayên herdu endaman, Emar Reşîd Hemîd û Wesam Ebdula Necmî, li ser wê hene, biryara zindanîkirina kiça Sedam Husênî derkeftiye. Ew biryar li ser bingeha madeya 9ê ya qanûna qedexekirina Parta Beis, qeware, partên siyasî û çalakiyên nejadperestî û teroristan a hejmar 32 ya sala 2016ê, derkeftiye.

Wê dadgehê sedema sepandina wî sizayî li ser Rexid Sedam Husên ji bo “pişkdarîkirina di Tawana belavkirina hizir, dîtin û pêşxistina çalakiyên Parta Beis a qedexekirî de, bi rêya derkeftinên medyayî li sala 2021ê, vegerand.

Wekî ku di deqê biryara dadgehê de hatiye, ew biryara Serokatiya Dadgeha Tawanan a Kerxê dê li herdu rojnameyên fermî yên navxwe bê belavkirin.

 

Rexid Sedam Husên li sala 1968ê hatiye ser dinyayê. Ew kiça mezin a Sedam Husên e.

Rexid li sala 2003ê, berî keftina rijêma Beis li Îraqê, ber bi Urdinê revî û daxwaza mana li wî welatî kir. Ew di peyamên xwe de daxwaza yekrêziyê ji Îraqiyan dike û dibêje: Tayîfiyetê red bikin û li dijî xeyalan rawestin. Herwesa ew sozê dide ku rojekê Îraqî dê bi gotina wê bikin û alaya wê dê bê çikilandin.