Peyamnêra K24ê: Li Qereçûxê pêşmerge û supayê Îraqê şer kir

Dîmenê piştî rûbirûbûnê = Kurdistan24
Dîmenê piştî rûbirûbûnê = Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyarên peyamnêra K24ê, hêzeke pêşmergeyan daxwaz ji supayê Îraqê kiriye, wan xalên serbazî yên ku PKKyê berdane bide destê wan ji ber ku di sinorê wan de ne. Supayê Îraqê ew daxwazî red kiriye û ji ber wê sedemê jî şer di navbera wan de çê bûye.

Roja Yekşemê, 22ê Cotmeha 2023ê, li çiyayê Qereçûx li sinorê Mexmûrê, hêzeke pêşmergeyan û supayê supayê Îraqê berhingarî hev bûn. Wan bi çekên sivik û PKCyan teqe li hev kiriye û hejmareke kuştî û birîndaran hene.

Li gor zanyarên K24ê, wê hêza pêşmergeyan kariye yek ji wan xalên serbazî kontirol bike. Piştî wê yekê jî, danûstandinan li ser radestkirina du xalên din di navbera wan de dest pê kiriye.

Pêştir jî çavkaniyeke haydar li Mexmûrê ji K24ê re ragehandibû, PKKyê heft xalên serbazî û çend şkeft li derdora Mexmûrê dane destê hêzên Îraqê.

Wê çavkaniyê amaje da wê yekê jî, radestkirina wan xalên serbazî derfet daye hêzên Îraqî ku xalên xwe yên serbazî li sinorê çiyayê Qereçûx li bernaberî pêşmergeyan zêde bikin.

Bi gotina wê çavkaniyê, ev yek ji nişkê ve nebûye û çend mehekan berî niha amadekarî jê re hatine kirin û niha jî supayê Îraqê dixwaze çend cihên din jî kontirol bike.

Li ser giringiya wan cihên PKKyê dane destê supayê Îraqê, wê çavkaniyê got, divê ew dever ji aliyê lîwaya hevpar a supayê Îraqê û hêzên pêşmergeyan ve bê pirkirin, lê niha bi temamî di destê hêzên Îraqî de ye û ev jî dê li paşerojê arêşeyan ji bo pêşmergeyan çê bike.

Li dû zanyarên wê çavkaniyê, PKK amade nîne hevahengiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike û siyaseta wê xizmeta neyarên Herêma Kurdistanê dike.

Çekdarên PKKyê piştî êrîşa DAIŞê bo ser Mexmûrê li sala 2014ê, bi hevahengiya pêşmergeyan, hatibûn sinorê Mexmûrê. Piştî rûdanên 16ê Cotmehê jî, bi piştevaniya hêzeke Îraqî, li çend deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xalên serbazî û bingehên çekdarî danane.