Amerîka daxwazê ji welatiyên xwe dike ku bi rêya balafirxaneya Bexdayê geştan nekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê haydarî da diplomatkar û welatiyên xwe ku bi rêya balafirxaneya Bexdayê geştan nekin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê haydariya xwe ji bo sedemên ewlehiyê vegeran û got, ji ber hebûna metirsiyên ewlehiyê daxwazê ji diplomatkar û welatiyên xwe dike ku bi rêya balafirxaneya Bexdayê geştan nekin.

Amaje daye wê yekê jî ku endamên malbata balyozxaneya Amerîkayê yekser ji Îraqê derbikevin.

Daxwaz jî kiriye ku nêzî wan deveran nebin ên ku pêştir berhingarî êrîşan bûne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ew jî diyar kir ku pêdivî ye karmendên nepêdivî yên balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji wî welatî derbikevin.

Ev biryara Waşintonê piştî wê yekê hat ku îro bingeha serbazî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê bi sê moşekên Katyusha hat moşekbarankirin.

Ev cara çarê ye di dema du heftiyan de bingeha Eyn Esedê ya hêzên Amerîkayê li parêzgeha Enbarê dikeve ber êrîşan. Êrîşa dawiyê jî bi rêya du dronan hatibû kirin.

Bingeha serbazî ya Eyn Esedê mezintirîn bingeha serbazî ya Îraqê ye, 64 kîlometran ji bakurê Bexdayê dûr e.  Di salên 1980an de, kompaniyeke Yogoslavyayê ew çê kiriye. 39 serdav û penagehên mukom ji bo parastina balafiran tê de hene. Di dema şerê heştsalî yê navbera Îraq û Îranê de çalaktirîn bingeha asmanî ya Îraqê bû.

Piştî berdewambûna hevrikiyên navbera Israîlê û Hemasê, kom û hêzên çekdar ên nêzî Îranê çend caran gef li hêzên Amerîkayê kirine. Li beranberî wê yekê jî, Berdevkê Pentagonê Pat Ryder ragehand ku dê hejmara balafirên şerî li deverê zêde bikin û herwesa piştî êrîşên li ser Îraqê û Sûriyeyê dê pilanên pêdivî danin.