Ji ber êrîşa Israîlê 10 endamên malbata peyamnêrê K24ê li Xezzeyê canê xwe ji dest da

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Xezzeyê, Beha Tubasî
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Xezzeyê, Beha Tubasî

Xezze (K24) – Peyamnêrê K24ê li Xezzeyê ragehand, supayê Israîlê başûrê Xezzeyê bombebaran kir û di encamê de 10 endamên yek malbatê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê Beha Tubasî, ji encamê bombebarankirina taxa Telsultanê ya Refehê ji aliyê supayê Israîlê ve, 10 kesan ji malbata Tubasî canê xwe ji dest da û hejmareke din jî birîndar bû. Tevaya wan jî ji malbata peyamnêrê K24 yê Xezzeyê ne.

Ji ber wê bombebarankirinê, barhilgirên Filistînê li Deriyê Refehê bi carekê hatin vekêşan.

Piştî ku çekdarên Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezeyê û komelgeha Cihûyan birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê, supayê Israîlê jî wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor amara medyayên Israîlî, heta niha zêdetirî hezar û 400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên medenî hatine kuştin û nêzî sê hezar kesên din jî birîndar bûne.

Li beranberî wê yekê jî, li gor amarên Tendirustiya Xezzeyê, di dema 16 rojên êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, çar hezar û 651 welatiyên Filistînî hatine kuştin ku hezar û 873 ji wan zarok in, hezar û 23 jin in, 187 pîr û kal in û 14 hezar û 245 kesên din jî birîndar bûne.

Tendirustiya Xezzeyê ragehandiye ku 70% ji qurbaniyên êrîşên Israîlê li Kertê Xezzeyê jin û zarok in.