Kosnulê Filistînê spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya dike

Konsulê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê, Nezmî Hizurî
Konsulê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê, Nezmî Hizurî

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê behsa rewşa Israîlê û Filistînê û rolê dewletên mezin ên cîhanê kir. Herwesa wî got: Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku amadeyiya xwe nîşan daye arîkariyan bişînin Xezzeyê.

Konsulê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê tevlî bernameya Basî Roj a K24ê bû û bi hûrî behsa rewşa Israîlê û Filistînê û lihevkirinên di navbera wan de û rolê dewletên mezin ên cîhanê û taybet dewletên rojavayê cîhanê kir. Wî taybet bi xirabî behsa rolê Amerîkayê û Brîtanyayê kir.

Paşî wî behsa helwesta Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî li beranberî gelê Filistînê kir û spasiya wê dezgehê kir. Herwesa wî ragehand, wê dezgehê amadeyiya xwe nîşan daye ku arîkariya lêqewimiyên Xezzeyê bike.

Îro roja Yekşemê, 22ê Cotmeha 2023ê, şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi serokatiya serokê wê dezgehê, Mûsa Ehmed, li Hewlêrê serdana konsulxaneya Filistînê kir. Ew bi konsulê giştî yê Filistînê, Nezmî Hizurî, re rûniştin û amadeyiya dezgehê nîşan da ji bo ku arîkariyên mirovî bişînin Filistînê.

Piştî ku çekdarên Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezeyê û komelgeha Cihûyan birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê, supayê Israîlê jî wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor amara medyayên Israîlî, heta niha zêdetirî hezar û 400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên medenî hatine kuştin û nêzî sê hezar kesên din jî birîndar bûne.

Li beranberî wê yekê jî, li gor amarên Tendirustiya Xezzeyê, di dema 16 rojên êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, çar hezar û 651 welatiyên Filistînî hatine kuştin ku hezar û 873 ji wan zarok in, hezar û 23 jin in, 187 pîr û kal in û 14 hezar û 245 kesên din jî birîndar bûne.

Tendirustiya Xezzeyê ragehandiye ku 70% ji qurbaniyên êrîşên Israîlê li Kertê Xezzeyê jin û zarok in.