Daxuyaniya Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge derbarê bûyera li Mexmûrê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge pabendbûna xwe bi karkirina bi Hikûmeta Federal re ji bo çareseriyeke rîşeyî ji kêşeya re Mexmûrê dubare dike.

Serokatiya Erkana Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, “Mixabin duhî (22.10.2023) li Mexmûrê bûyereke nebaş rû da û di encamê de ji her du aliyan şehîd û birîndar çêbûn. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî çakbûnê dixwazin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em pabendbûna xwe ji bo karkirina bi Hikûmeta Federal re ji bo çareseriyeke rîşeyî û mayînde dubare dikin ku dê ewlehî û aramiyê li seranserê Iraqê pêk bîne.”

Got jî: “Em piştgiriya xwe ji naveroka daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar re, ji bo lêkolîneke bilez û şefaf derbarê bûyerê radigihînin, ji bo diyarkirina sedeman û dîtina çareseriyên guncaw ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê.”

Ji aliyekî din ve Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Lîwa Yehya Resûl ragihand: “Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî li ser bûyera ku sê kesan canê xwe jidest dan û 7 kes jî birîndar bûn lêkolîn dişopîne.”

Resûl got, Sûdanî ferman daye ku komîteyek bilind were avakirin ji bo lêkolînkirina encamên bûyerê û diyarkirina sedemên derketina vê bûyerê.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar, Sûdanî daxwaz ji hemû hêzan kir xwe bigirin û tekez kir ku divê hemû fermandar û hêzên di hemû astan de hest bi berpirsyariyê bikin.

Duhî êvarê 22.10.2023an, ji ber têgihîştineke şaş li xaleke kontrolê ya leşkerî, şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li çiyayê Qereçoxê rû da, şer û pevçûn çend xulekan berdewam kir, piştre rewş hat kontrolkirin.