Hevserokê HEDEPê: Me bi AK Partiyê re hevdîtin nekiriye

Tuncer Bakirhan
Tuncer Bakirhan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê nû HEDEPê radigihîne, ti danûstandinek di navbera wan û AK-Partiyê de nîne û ji bo çareserkirina pirsa Kurdî ew amade ne bi her aliyekî re bicivin.

Berî çend rojan hatibû îddiakirin ku di navbera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) û AK-Partiyê de bazariya hilbijartinên şaredariyan tê kirin û her du alî li ser hilbijartinan danûstandinê dikin.

Hesverokê nû yê HEDEPê Tuncer Bakirhan li ser vê yekê aşkere kir, ne li ser çareserkirina pirsa Kurdî, ne jî di derheqê hilbijartinên şaredariyan de ti danûstandin di navbera wan û AK-Partiyê de çênebûye.

Lê Bakirhan diyar kir, ew ji bo çareserkirina piragirêkan amade ne bi her aliyekî re danûstandin bikin bi wê şertê ku naveroka danûstandinan ji raya giştî re werin aşkerekirin.

Hesverokê HEDEPê diyar kir jî, pirsa Kurdî bi rêûrêbzên nehênî çareser nabe. Pêvajoya çareseriyê pêvajoyek rast bû.

Partiya Çep a Kesk di kongreya ku hefteya borî li Enqereyê hat lidarxistin de navê partiya xwe guhert û kir Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP). Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari jî bûn hevserok.