250 ton petateyên Kurdistanê bo Erebistana Siûdiyê tên hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di qonaxa duyemîn de, îro duşemê 250 ton petateyên Kurdistanê bo Erebistana Siûdiyê tê hinardekirin.

Peyamnêra K24ê li Hewlêrê da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çend kompanyayên Siûdiyê re rêkeftinek îmza kir ku 3 hezar ton petate ji Herêma Kurdistanê hinardeyî wî welatî bike.

Di vê derbarê de, Rêvebirê Giştî yê Çandiniyê li Hewlêrê Hêmin Seîd Murad ji K24ê re ragihand, girîngîpêdana Kabîneya Nehem bi sektora çandiniyê di salên borî de, bûye sedema zêdebûna berhemanîna cotkarên Kurd.

Murad da zanîn jî, “Îsal me tenê ji Hewlêrê 600 hezar ton berhem hinarde kiriye û me kariye selikên xwarinê yên bajarên din ên Iraqê tijî bikin.”

Diyar kir jî: “Îro qonaxa duyemîn a kartolên Kurdistanê bo Erebistana Siûdiyê tê hinardekirin, ev jî tê wê wateyê ku daxwaz li ser berhemên Herêma Kurdistanê heye.”

Beşek ji wan petateyên ku tên hinardekirin - Wêne: Rênas Alî / Kurdistan24

Di çarçoveya planên stratejîk ên Kabîneya Nehem de ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê û giringîdana bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkaran, di çar salên borî de berhemanîna petateyan zêde bûye û gihîştiye nêzîkî 600 hezar ton.

Li gor zanyariyên K24ê, cotkarên Herêma Kurdistanê salane 30 cureyên petateyan berhem tînin ku 10 cureyên wan pîşesazî ne û ji bo berhemanîna (fînger û çips) tên bikaranîn.

Piştî ku di meha Tebaxê de yekem karwanê petateyan ji Herêma Kurdistanê gihîşt bazarên Kendavê, xwaringehên navdewletî û bi taybetî McDonald's, KFC û Hardee's, her hefteyê daxwaza 500 heta 1000 ton petateyan ji Herêma Kurdistanê dikin.