Serok Barzanî serexwşiyê li malbatên şehîdên şerê çiyayê Qereçûx dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber şehîdbûna du pêşmergeyan li çiyayê Qereçûx, Serok Barzanî bi rêya tilefonê peywendiyê bi mabatên wan dike.

Roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, Serok Mesûd Barzanî bi rêya tilefonê peywendî bi malbatên herdu şehîdên çiyayê Qereçûx, şehîd Eqîd Qehar Cewher Qehar û şehîd Hawrê Cewher Rehman, kir û serexweşî û hevxwemiyên xwe ji bo wan diyar kirin.

Pêştir jî Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge li ser aloziyên sinorê Mexmûrê ragehandibû, em pabendbûna xwe li ser karkirina bi Hikûmeta Federal re ji bo çareserkirineke bingehîn tekez dikin.

Doh êvarê ji ber hevfehimandineke şaş, ji bo dema çend deqîqeyan şer di navbera hêza pêşmergeyan û artêşa Îraqê de li Qereçûx qewimî. Du pêşmerge şehîd bûn, û paştir ew rewş hat kontirolkirin.