Li Silêmaniyê nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula hat girtin

Nivîser û Rojnamevan Cemal Ebdula
Nivîser û Rojnamevan Cemal Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî amadebûnê li dadgeha Silêmaniyê, nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula hat girtin, bê ku pêştir bi hebûna çi fermanên girtinê hatibe haydarkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragehand, piştî ku sibeha îro roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula, ji ber haydarkirina wî li ser hebûna skalayekê, serdana dadgeha Silêmaniyê dike, lê bi behaneya hebûna fermaneke girtinê ya pêştir fermana girtina wî tê derxistin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje da wê yekê jî, ew fermana ji bo girtina nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula hatiye derxistin, çi peywendî bi wê skalayê û haydarkirinê ve nîne ya ku wî rojnamevanî îro ji ber wê serdana dadgehê kiribû.

Li gor zanyarên Kurdistan24ê, nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula niha li girtîxaneya rawestandin û veguhastinê ya Silêmaniyê hatiye girtin.

Nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula di kabîneya şeşê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdevkê fermî yê hikûmetê bû. Wî nivîs û mijar li gelek dezgehên medyayî belav kirine û xwediyê çend kitêban e. Herwesa di karê rojnamevanî jî de, ew sernivîserê kovarê bû.