Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez dest bi danûstandinên aştiyê dikin

Hejmareke serbazên artêşa Sûdanê
Hejmareke serbazên artêşa Sûdanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Sûdanê piştî çend mehan vedigere danûstandinên aştiyê li Ciddeyê. Cîgirê fermandeyê wê artêşê dibêje ku piroseya danûstandinên aştiyê ji çend qonaxan pêk tê û kar ji bo ragehandina agirbestê jî tê kirin.

Ji nîva meha Nîsanê heta niha şerê navxweyî li Sûdanê berdewam e, lê artêşa Sûdanê biryar daye ku vegere danûstandinên aştiyê bi navbeynkariya Erebistana Siûdiyê û Amerîkayê ku li meha Tîrmehê hatine hilawîstin.

Cîgirê Fermandeyê Artêşa Sûdanê, General Şemsedîn Elkebaşî, di ragehandinekê de got: Li ser vexwandina navbeynkaran, roja Pêncşema bê, 26ê Cotmeha 2023ê, artêşa Sûdanê dê şandekê bişîne bajarê Ciddeyê yê Erebistana Siûdiyê û danûstandin dê berdewam bin.

Kebaşî got ku kombûn dê bi mijarên mirovî, bi gehandina arîkariyan ji bo deverên şerî jî ve, dest pê bike. Di qonaxa duyê de, behsa agirbestê dê bê kirin. Di qonaxa sêyê de jî, danûstandin dê li ser rêyên siyasî ji bo bidawîanîna şerî bên kirin.

Wekî ku Cîgirê Fermandeyê Artêşa Sûdanê di pareke din a gotinên xwe de amaje da, armanca danûstandinan çêkirina agirbesta domdirêj û diyaloga tevgir li Sûdanê ye.

Li 15ê Nîsana îsal, şer û alozî di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de ser hilda. Di encamê de, bi hezaran kes hatine kuştin û nêzî pênc milyon kesên din jî awareyî navxwe û derveyê wî welatî bûn.