Lêkolîn ji bo rûdana navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê tê kirin

Civîna Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê li Hewlêrê / wêne: Azer Farûq - Kurdistan24
Civîna Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê li Hewlêrê / wêne: Azer Farûq - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê lêkolînê ji bo rêdana çiyayê Qereçûx dikin û biryar e îro serdana cihê wê rûdanê bikin.

Sibeha îro roja Sêşemê, 24ê Cotmeha 2023ê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, Qasim Arecî, gehişt balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed, ve pêşwazî lê hat kirin. Paşî bi merema kombûnê û danûstandinan li ser çend pirsan çûn avahiyê Wezareta Navxwe.

Peyamnêrê K24ê, Azer Farûq, li cihê wê kombûnê di derheqa naveroka danûstandinên wan de amaje da wê yekê ku armanca yekê ya serdana Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê lêkolîna wê rûdanê ye ya ku berî du rojan li çiyayê Qereçûx qewimîbû.

Qasim Arecî serokê wê lijneyê ye ya ku Serokwezîrê Îraqê ji bo lêkolîna wê rûdanê pêk aniye. Herwesa got ku hejmareke fermandeyên bilind ên serbazî yên hêzên pêşmerge û Îraqê jî tevlî wê civînê bûne.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê, biryar e piştî wê kombûnê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê serdana çiyayê Qereçûx bikin û bi rengekî meydanî lêkolînê li ser wê rûdana berî du rojan bikin a ku di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê de qewimîbû.

Tewerekê din ê kombûna navbera Rêber Ehmed û Qasim Arecî, wekî ku peyamnêrê K24ê dibêje, dê taybet li ser destbikarbûna lîwaya 20ê ya hevpar a Wezareta Pêşmerge û pirkirina wan valahiyên ewlehî be yên ku di navbera hêzên pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê (Heşda Şeibî û artêşa Îraqê) de li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hene.