Dîlaneke Kurdî li Saint Petersburgê pileya duyem bidest anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Olîmpiyada Baltîkê ya Semaya Cîhanê li Saint Petersburgê hat lidarxistin, tê de keçên Rûsî bi dîlana Kurdî beşdar bûn û pileya duyemîn bidest xistin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Dr. Daner Ebûbekir ji K24ê re îro ragihand, 8emîn Olîmpiyada Baltîkê ya Sema û Helperkeyê ji 19 heta 22 Cotmehê li bajarê Saint Petersburgê hat lidarxistin û tê beşdaran şêwazên semayên nûjen û kulturî yên neteweyên cuda pêşan dan.

Dr. Daner Ebûbekir da zanîn, “Zêdetir ji 2500 semakar ji heşt welatên cîhanê beşdarî festîvalê bûn.”

Got jî, bihêztirîn semakar û stêrkên dansê yên rûsî û biyanî ji bo Olîmpîadê hatine vexwendin, tê de dîlaneke Kurdî pileya duyem bidest anî.