Mesrûr Barzanî dibistan û baxçeyê zarokan ên Macîdî vedike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Çarşemê, 25ê Cotmeha 2023ê, seet 9:30 ê sibehê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê dibistan û baxçeyê zarokan ên Macîdî li Hîwa Sitiya bajarê Hewlêr veke.

Dibistana bineretî ya Macîdî û baxçeyê zarokan ê Macîdî li ser rûberê 15000 metrên ducarkî û bi gojimê nêzî pênc milyar dînaran hatine çêkirin û dê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên kirin. Xwandin dê li dibistan û baxçeyê zarokan ên Macîdî bi zimanê Ingilîzî û bi rengekî serdemane be.