Li Silêmaniyê agir berbûye kargeheke qîrî

Agir berbûye kargeheke qîrî li Silêmaiyê
Agir berbûye kargeheke qîrî li Silêmaiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li ser rêya Erbet-Silêmaniyê agir berbûye kargeheke qîrî, kesek miriye û du welatî jî birîndar in.

Serê sibeha îro roja Çarşemê, 25ê Cotmeha 2023ê, nêzî seet 5:30, li ser rêya Erbet-Silêmaniyê, agir berbû kargeheke qîrî û heta dema amadekirina vê nûçeyê jî ew agir nehatiye kontirlkirin.

Rêveberê Senterê Hawarhatinê yê Silêmaniyê, Saman Nadir, ji K24ê re ragehand, ji ber wî agirî welatiyek miriye û du welatiyên din jî birîndar in û rewşa wan xirab e.

Peyamnêrê K24, Aram Bextyar, li cihê wê rûdanê ragehnad, ev şeş seet e agir berdewam e. Ji ber ku aveneft li jêr kargehê ye, tîmên bergiriya şaristanî nekarîne kontirol bikin.