Silêman Oso: Serok Barzanî tekeziyê li ser mana xelkê li Rojavayê Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso radigihîne, “Serok Barzanî tekeziyê li ser mana xelkê me li Rojavayê Kurdistanê dike.”

Silêman Oso derbarê hevdîtina Desteya Derokatiya ENKSê bi Serok Mesûd Barzanî re got: “Hevdîtinên bi Serok Barzanî re, ji bo me gelekî girin in. Em her car tên guhdariya şêwir û nêrînin cenabê wî dikin, ku em çawa kar û xebatên xwe bi pêş ve bibin. Herwiha em rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî, dawî pêşhat û zehmetiyên ku miletê me tê re derbas dibe, gihand Serok Barzanî.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de Silêman Oso got: “Rojane bihabûn li Rojavayê Kurdistanê çêdibe. Biryarên Desthilatdariya PYDê, berjewendiyên milet li ber çav nagire. Herwiha rewşa xizmetguzariyê û binbêkirinên ku dibin, yên wek revandina zarokan, sîstema perwerdehiyê û zehmetiyên peydakirina debara jiyanê, dibin sedema koçberbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê, bi taybet ku Serok Barzanî her tim ji me re tekez dike ku divê em li ser xaka xwe bimînin.”

Herwiha got jî: “Rêveberiya Xweser, ne rêveberiyeke rewa ye. Eger ew xwe rewa bidîta, dê berjewendiyên miletê me li ber çavan bigirta û dê biryarên ji bo başkirina rewşa miletê me bidana, ta ku miletê me li ser xak, cih û warê xwe bimîne û koçber nebe.”

Amaje bi wê yekê jî kir: “Destêwerdana PKKê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de, dibe sedem ku Tirkiye êrîşî herêmên me bike. Ji ber êrîşa PKKê ya li Enqereyê, saziyên xizmetkariyê û binesaziya herêmê hatin wêrankirin û miletê me baca wê êrîşa da, ku niha bê elektirîk û av e.”

Silêman oso got jî: “Em her tim piştevaniyê mafên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û xebatên aştiyane ne, lê divê Tirkiye û PKK Rojavayê Kurdistanê nekin meydana şer û nakokiyên xwe.”

Li ser erkê ENKSê li Rojavayê Kurdistanê, Silêman Oso got: “Em li Rojavayê Kurdistanê, aliyekî siyasî ne. Erkê me ew e, em di nava miletê xwe de bin û bi karên aştiyane berevaniyê li berjewendiyên wî bikin. Herwiha ji me jî tê xwastin ku lêvegerekê ji xwe re çêbikin û di rojên pêş de, dê li ser erdê tiştin xuya bibin.”