Serok Barzanî: Salih Qellab parêzvanekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawiyê ya nivîskarê Urdinî û parêzvanê dilsoz ê gelê Kurdistanê Salih Qellab, sersaxî li Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata Salih Qellab kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Cotmeha 2023an peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, “Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Urdinî Salih Qellab wergirt, ku dostekî min ê nêzîk û parêzvanekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bû.”

Serok Barzanî fi peyama xwe de got jî: “Ez sersaxiyê li birayê xwe birêz Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata xwedêjêrazî Salih Qellab re dikim.”

Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Ereb û wezîrê berê yê ragihand û rewşenbîrî yê Urdinê Salih Qellab îro 25ê Cotmeha 2023an di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kiribû.