Rêveberê NRC li Kurdistanê: Penaber rastî kêşeyên kêmbûna alîkariyên darayî û derfetên kar tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Encûmena Penaberan a Norwêcê (NRC) dibêje, hîn jî gelek pirsgirêk li kampên penaberan hene, bi taybetî pirsgirêkên perwerde û tenduristiyê û kêmbûna alîkariyên navdewletî.

Rêveberê NRC li Herêma Kurdistanê, Mehmûd Hacî Ehmed duhî 25ê Cothemê ji K24ê re ragihand, “Heta niha 260 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dijîn û ev jî rêjeyeke mezin e. 3 rê ji bo çareserkirina rewşa penaberan hene. Yek tevlîkirina wan di nav civaka Kurdistanê de, ya din veguhestina wan bo cihê wan e û ya sêyem jî veguhastina wan bo welatên derve ye.”

Hacî Ehmed tekez kir ku erkê wan başkirina rewşa penaberan û dabînkirina hemû xizmetguzariyên wan ên bingehîn û ên duyem e. Herwiha got: “Di sektora perwerdeyê de, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavine baş avêtine û perwerde ji zimanê Erebî kiriye bi zimanê Kurdî, lê pêwîstî bi bernameyên alîkariyê ji xwendekaran re heye.”

Amaje bi wê yekê jî kir: “Gelek pirsgirêk li kampên penaberan hene, bi taybetî kêmbûna alîkarîyên darayî û derfetên kar. Bi rêjeya ji sedî 34 a penaberan kar di sektora taybet dikin, piraniya wan bê girêbest û sîgorte kar dikin, ji ber wê jî her dem ew dikarin ji kar bên dûrxistin.”

Derbarê rewşa perwerdehiyê de diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2028an ve kar li ser tevlîkirina penaberan di nava civakê de dike, di sala xwendinê ya 2022an de jî, xwendina bi zimanê Kurdî cibicî kir. Em jî di vî warî de alîkariyê bi xwendekaran re dikin, ji bo asta xwe di Kurdî baş bikin. Herwiha me kurs ji bo başkirina asta mamosteyan jî li Duhokê vekirin.”

Derbarê egera vegerandina penaberan bo cih û warê xwe de, got: “Divê proseya vegerandina penaberan bi dilxwezî be. Li gorî penaber jî ku behs dikin, rewşa Sûriyê ji aliyê ewlehî û debara jiyanê ve ne libar e, ji ber wê jî ew nikarin di vê dema niha de vegirin.”

Encûmena Penaberan a Norwêcî (NRC) rêxistineke mirovî ya serbixwe ye, alîkariya kesên ku neçar bûne birevin dike. Ew li zêdetirî 30 welatan kar ji bo rizgarkirina jiyanê û dubare avakirina paşerojê ji wan re dikin.