Dijeterora Kurdistanê: 10 çekdarên PKKê di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama çend êrişên asmanî yên Tirkiyeyê li ser bêgehên PKKê yên li Hewlêr û Dihokê de, 13 çekdar hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Dijetrora Kurdistanê, şeva borî di encama çend êrişên asmanî yên firokeyên şer û dronan ên Tirkiyeyê li ser çend pêgehên PKKê li navçeya Sîdekanê ya li parêzgeha Hewlêrê de, 9 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Diyar kir jî, şeva borî firokeyên şer û dronên Tirkiyeyê çend pêgehên PKKê li navçeyên Şîladizê û Dêrelûkê yên navçeya Amêdî li parêzgeha Dihokê bombebaran kirin û di encamê de çekdarekî PKKê hat kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.