HRW: Êrîşên Tirkiyeyê bûne sedema birîna av û elektrîk li ser bakurê Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Human Rights Watch (HRW) radigihîne, êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bûn sedema birîna av û elektirîkê li ser bi milyonan welatiyan.

Rêxistina (HRW) îro 26ê Cotmehê di raporekê de belav kir, êrîşên Tirkiyeyê yên di navbera 5 û 10 Cotmehê de li ser bakurê rojhelatê Sûriyeyê, bûn sedem ku bi milyonan kes li wê navçeyê bê elektirîk û av bimînin û ziyaneke mezin gihîştiye jêrxaneya wê navçeyê.

Di raportê de hatiye, “Di êrîşên li ser zêdetirî 150 cihên li parêzgehên Heseke, Reqa û Helebê de, bi dehan kes hatin kuştin, di nav wan de sivîl hene.”

Alîkarê Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê Adam Coogle got: "Bi armanckirina binesaziya li seranserê bakurê rojhilatê Sûriyê, di nav de santralên elektrîkê û avê, Tirkiyê erkê xwe piştguh kiriye ku divê operesyonên wê yên leşkerî krîza mirovî li herêmê kûrtir neke.”

Di raporê de hat gotin jî: “Li gorî yasayên şer, divê Tirkiye û aliyên din ên şer, êrîşên xwe rawestînin û binesaziya herêmê wêran nekin.”

Herwiha got, divê Tirkiye karê Westgeha Avê ya Elokê biparêze û rê bide ta ku tîmên çakkirinê bi awayekî ewle bigihin westgehê û av neyê birîn.

Pêştir jî Rêveberiya Xweser ragihandibû, artêşa Tirkiyeyê ji 5 heta 9′ê Cotmehê, 580 êrişên asmanî û bejahî ji Dêrikê heta bi herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê pêk anîn.

Li gor Rêveberiya Xweser, di ancama êrişan de: 44 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn, di nava wan de, zarok, endamên asayişê û şervanên HSD′ê hebûn.