Biden dixwaze gurzekî li komên çekdar ên girêdayî Îranê bide

Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, Joe Biden
Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Amerîkayê amaje daye wê yekê ku Serokê Amerîkayê dixwaze gurzekî li komên çekdar ên girêdayî Îranê bide ku li Îraqê û Sûriyeyê êrîş dikin ser hêzên wan.

Îro roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Rojnameya The Washinton Post parve kiriye, Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Joe Biden, dixwaze gurzekî li komên çekdar ên girêdayî Îranê bide, ku li Îraqê û Sûriyeyê êrîşê dikin ser hêzên wan.

Wê rojnameyê behsa wê yekê kiriye ku di dema borî de Komariyan zêdetir givaştin xistine ser Serokê Amerîkayê ku bersiva wan êrîşan bide yên ku li Îraqê û Sûriyeyê li dijî hêzên Amerîkayê tên kirin.

Ji hingê ve ku Amerîkayê hêzên xwe yên şerker li Rojhilata Navê zêdetir kirine, Komariyên Kongirêsê ji Biden dixwazin ku bi tundî bersiva komên girêdayî Îranê bide.

Rojnameya The Washinton Post bal kişandiye ser wê yekê ku şeva borî generalê xanenişîn Joseph Votel jî bi Komariyan re daxwaz ji Biden dike ku êrîşê bikin ser komên çekdar ên girêdayî Îranê li Îraqê û Sûriyeyê.

Doh roja Çarşemê, 25ê Cotmeha 2023ê, Joe Biden haydariyeke rasterast da Îranê û ragehand, “ger Taran li dijî hêzên Amerîkayê bilive, em dê bi tundî bersiva wê bidin”.