Papa û Erdogan damezrandina dewleta Filistînê wekî çareseriya kêşeyan dibînin

Papa Francis û Receb Teyîb Erdogan
Papa Francis û Receb Teyîb Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Papaya Vatîkanê û Serokê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan di peywendiyeke tilefonî de danûstandinan li ser şerê navbera Israîlê û Bizava Hemasê ya Filistînê dikin. Ew herdu jî damezrandina dewletê ji bo Filistînî û Israîliyan wekî çareserî dibînin.

Îro roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Vatîkanê ragehandinek parve kirye û tê de amaje daye wê yekê ku li ser daxwaza serokê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan, wî û Papa Francis peywendiyeke tilefonî kiriye. Di wê peywendiyê de, wan danûstandin li ser rewşa Xezzeyê û karesatên mirovî yên şerê navbera Bizava Hemasê û artêşa Israîlê de kirin.

Li gor wê ragehandinê, Papa Francis nîgeraniya xwe ji bo rewşa şerê navbera Israîlê û Hemasê diyar kiriye, herwesa hêvî kiriye ku çareseriya hevrikiyan li ser bingeha damezrandina dewletê ji bo Israîlî û Filistîniyan be.

Ji aliyekî din ve Serokatiya Tirkiyeyê di ragehandinekê de behsa wê yekê kiriye ku Erdoganî gotiye Papayê Vatîkanê, êrîşa Israîlê bo ser Xezzeyê gehiştiye qonaxa komkujiyê. Herwesa tekez li ser wê yekê kiriye ku damezrandina dewletê ji bo Filistîniyan çareseriya bidawîanîna hevrikiyên domdirêj e.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor amarên Tendirustiya Xezzeyê, heta îro roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, heft hezar û 18 welatiyên Filistînî hatine kuştin û piraniya wan jî jin û zarok in.

Li gor amarên medyayên Israîlê jî, heta niha zêdetirî hezar û 400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û zêdetirî pênc hezar kesên din jî birîndar bûne.