Swêdê biryar da ku dema mana Selwan Momîka nû neke

Selwan Momîka
Selwan Momîka

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha koçberan a Swêdê biryar da ku dema mana Selwan Momîka li Swêdê nû neke û piştî bidawîhatina dema wî ya manê li meha Nîsanê ya sala bê ji Swêdê derxe.

Roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, peyamnêrê K24ê li Swêdê ragehand, dezgeha koçberan a Swêdê biryar da ku dema mana Selwan Momîka li Swêdê nû neke ku biryar e li 16ê Nîsana sala bê bidawî bê.

Li gor wê biryarê ku medyayên Swêdê jî parve kiriye, Selwan Momîka dê neçar bibe ji Swêdê derkeve û ji bo dema pênc salan jî mafê vegeriyanê û serdanê ji bo wî welatî nabe.

Ev biryar ji ber wê yekê hat dan ku gelek welatên Îslamî rexne li Swêdê girt ku qet rêyê li reftarên Selwan Momîka nagire ji bo bêrêzîkirina bi pîroziyên Musilmanan û sotina kopiyeke Quranê. Dubarekirina wê kiryarê gelek karvedan ji aliyê Musilmanan ve li pey xwe anîn, vê yekê jî bandor li peywendî û berjewendên Swêdê li welatên Îslamî kiriye.

Selwan Momîka ji aliyê xwe ve ji medyayên Swêdê re ragehandiye ku ew dê tanê li wê biryarê bide û dê li dadgehê skalayê tomar bike ji bo ku dema mana wî li Swêdê jê re bê dirêjkirin.

Li dawiya Tîrmeha borî, dezgeha koçberan a Swêdê li ser mafê xwecihbûna Selwan Momîka ragehand, li dû wan zanyarên ji aliyê desthilatdarên Swêdê ve gehitşine wan, niha behane li ber destê wan in ku pişkinînan ji bo mafê xwecihbûna wî penaberê Îraqî bikin, ji bo ku biryarê li ser dirêjkirin an jî helweşandina wê bidin.

Roja 28ê Xizîrana 2023ê ku roja yekê ya cejna Qurbanan bû, penaberekî Îraqî li Swêdê bi navê Selwan Momîka li beranberî mizgefta mezin a Stokholmê kopiyeke Quranê sot. Li roja 19ê Tîrmehê jî wî daxwaz kir rê bi wî bê dan ku li beranberî balyozxaneya Îraqê li Stokholmê jî kopiyeke Quranê bisoje. Wan reftarên Selwan Momîka li ser astê navdewletî û navxweyî karvedan li pey xwe anîn û parek ji Swêdiyan jî li dijî wî karî rawestan.