Pentagon: 21 serbazên me li Îraqê û Sûriyeyê birîndar bûne

Logoyê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê
Logoyê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê eşkere kir kir ku di wan êrîşan de yên li Îraqê û Sûriyeyê li ser hêzên wan hatine kirin, 21 serbazên Amerîkayî birîndar bûne.

Doh roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Pentagonê Pat Ryder eşkere kir ku 21 serbazên wan di wan êrîşan de, yên dronan kirine ser herdu bingehên Eyn Esedê li Îraqê û Tenefê li Sûriyeyê, bi sivikî birîndar bûne.

Herwesa wî xuya kir ku ew serbaz di rojên 17 û 18 ên Cotmeha 2023ê de hatine birîndarkirin.

Berdevkê Pentagonê amaje da wê yekê jî, ew serbazên ku birîndar bûne vegeriyane ser karên xwe. Herwesa wî got: Di hindek rewşan de hejmara birîndaran bi rengekî berdewam tê guhertin, lewma em dê li ser nûkirina zanyaran berdewam bin.

Tora CNNê ya nûçeyan jî pêştir belav kiribû, hejmareke serbazên Amerîkayî li ÎRaqê û Sûriyeyê ji ber çend êrîşan birîndar bûbûn, tevî ku hejamra wan heta niha gelek diyar nîne.