Charles Michel: Em dê hemî bizavan bikin ku şerê Israîl û Hemasê berfireh nebe

Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê, Charles Michel
Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê, Charles Michel

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê amaje da wê yekê ku ew ji bo amadekirina konfiranseke aştiyê li ser şerê Israîl û Hemasê kar dikin. Herwesa got ku hemî bizavên wan ji bo wê yekê ne ku alozî derbazî welatên din nebin.

Îro roja Înê, 27ê Cotmeha 2023ê, civîna Kopîtka Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê ji bo roja duyê berdewam e. Di eynî demê de, Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê Charl Michel di kongireyeke rojnamevanî de, ku K24 jî tê de amade bûbû, ragehand, divê bi rengekî çalak ji bo êrîşên hêzên Bizava Hemasê kar bikin. Di eynî demê de, pêdivî zanî ku Israîl bergiriyê ji xwe bike.

Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê amaje da wê yekê jî ku hevfehimandineke destpêkî li cem civata wan heye ku biryareke giring ji bo piştevanîkirina Israîlê bidin. Di eynî demê de, wî xwast ku konfiranseke aştiyê di wî warî de bê kirin.

Herwesa wî got ku di civîna doh a civata wan de daxwaza vekirina rêyeke mirovî ji bo gehandina arîkariyên mirovî ji bo Kertê Xezzeyê kiriye.

Michel behsa wê yekê jî kir ku wan reşnivîsek amade kiriye ji bo ku bi berpirsên navdewletî re li ser vekirina konfiransa aştiyê hevahengiyê bikin, taybet ji bo ku Yekîtiya Ewropayê li ser wê mijarê yekdeng û yekhelwest be.

Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê tekez li ser wê yekê jî kir ku ew bizavê dikin rêyê li berfirehbûna aloziyên navbera Israîl û Hemasê bigirin, ji bo ku ew alozî derbazî nav welatên din nebin.