Êrîşek li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat kirin

Bingeha serbazî ya Eyn Esedê
Bingeha serbazî ya Eyn Esedê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor çavkaniyên medyayî, îro roja Înê, 27ê Cotmeha 2023ê, êrîşeke dronan li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê hat kirin. Bereyê Miqawemeya Îslamî berpirsatiya xwe ji bo wê êrîşê diyar kir.

Her îro berpirsekî bilind ê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî ragehand, li beranberî êrîşên Îranê û milişiyatên nêzî wê, Amerîkayê du bingehên serbazî yên girêdayî Îranê li rojhilata Sûriyeyê bi rêya balafira şerî ya F16 bombebaran kirin.

Wî amaje da wê yekê jî ku ew herdu bingeh li devera Bokemalê ya nêzî sinorê Îraq-Sûriyeyê ne. Ew êrîş jî wekî bersivekê bû ji bo êrîşên vê dawiyê yên komên çekdar ên nêzî Îranê li ser bingehên serbazî yên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê.

Şeva borî Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin ragehand ku Amerîkayê du bingehên serbazî yên Îranê li rojhilata Sûriyeyê bombebaran kirine.

Herwesa wî ragehand ku ew êrîş ji bo xweparastinê bûn û ji bo êrîşên berdewam ên milişiyatên girêdayî Îranê jî bersivek e.

Heftiya borî komên çekdar ên girêdayî Îranê 13 caran bi rêya dron û moşekan êrîş kiribû ser çend bingehên serbazî yên Amerîkayê.