Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Cotmeha 2023an, pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier kir.

Di hevdîtinê de, guhartinên dawî û pêşhatên rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê, taybet bû bi pêwîstiya dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê bû, bi taybet ku piştî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi data û zanyariyan, şiroveyên pêwîst pêşkêşî Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal kir û pêwîst e Hikûmeta Federal jî mafê darayî yên Herêmê bişîne, ji ber ku êdî nabe mafên mûçexwarên Herêmê bên binpêkirin.

Girîngiya parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê, parastina şandên dîplomatîk û hêzên Hevpeymaniyê beşeke din a guftûgoyên vê hevdîtinê bûn.